29.03.2012

Newroz Pîroz bû

Gelê Kurd her demê cejna xwe ya Newrozê pîroz kiriye. Bi taybetî li Bakurê Kurdistanê ji salên 1990î vir ve Newroz bi girseyên gel û bi naverokekê siyasî tê pîroz kirin. Bê guman Newroz cejnekê siyasî nîn e, lê belê ew xwedî naverokekê serhildanî, berxwedanî û serkeftinî ye. Lewre kes nikare vê cejnê tenê bi şeweyekê çandî binirxîne.
21ê Adarê destpêka baharê ye. Sala 612 beriya mîladê heman roj weke bahara gelên Rohilata Navîn hatiye pîroz kirin. Serkeftina lidijî Dehak weke destpêka azadî û herwuha bahara gelan di dîrokê de hatiye nivîsandin. Lewre hemû gelên vê herêmê Newrozê weke rojekê pîroz dibînin. Ji sala 1982an vir ve, bi taybetî li Bakurê welatê me, bi agirê Mazlûm Doğan Newroz hemdem bûye û ji wê demê vir ve bi şêweyekê siyasî tê pîroz kirin.
Di van salên dawî de, cejnên Newrozê bi sedan hezaran Kurdan tînin cemhev. Jiber vê sedemê rayedarên dewleta dagirker ya tirk ji heman cejnê pir ditirsin. Rêxistinbûna Kurdan jibo dewleta tirk pir xetere ye.
Îsal rayedarên dewleta tirk û yên AKPê çi ji destê wan hat kirin, daku Newroz bi tevlêbûna girseyên mezin neyê pîroz kirin. Lê belê çawa ku wan dixwast nebû, digel hemû qedexeyan û zextê, li hemû deverên Bakurê Kurdistanê bi sedan hezaran Kurd daketin kolanan û agirê Newrozê gurtir kirin. Zext û zulma dewletê bû sedemê ku Newroz bi dil û can weke roja berxwedanê pîroz bibe.
Di dema pîrozbahiyên Newrozê de hovîtiya rayedarên dewletê baştir xwe aşkere kir. Li hemberî rihê berxwedanvaniya Kurdan çavên rayedarên ewlekariya dewletê tarî bûn. Lewma lidijî parlementeran jî darê zorê hate bikaranîn. Kesekî weke Ahmet Türk ji aliyê polîsan ve lêdan xwar. Ev nêzîkatî rewşa tengaviya dewletê diyar dike. Eger dewleta tirk li hemberî rihê berxwedanvaniya Gelê Kurd tengav nebûya wê heman nêzîkatî raber nebûba.
Newroza 2012an baş xûya kir ku dewleta tirk çi dike bila bike ew ê nikaribe li pêşiya çareseriya pirsgirêka kurd zêdetir keleman biafirîne. Lewre, bê dil be jî, Recep Tayîp Erdoğan da xûyan ku ew dixwazin bi BDPê re guftugoyan bikin. Ez vê yekê weke encama Newrozê dibînim. Dibe ku guftugo nemeşin, herwuha dibe ku BDP vê daxwaza AKPê bê bersiv bihêle, lê belê dîsa jî merheleyekê ve bûye.
Di dema pîrozbahiyên Newrozê de di çapemeniya tirk de jî zimanekê « erênî » hate bikaranîn. Ez vê yekê jî baş dibînim. Digel hemû neyêniyan, wusa diyar e ku wê di sala 2012an de hin bûyerên bi xêr biqewumin.
Derengî be jî, ez Newroza gelê xwe pîroz dikim û dibêm hêvîdar im heya Newrozekê din pir bûyerên serkeftî bên jiyîn.
Ahmet DERE  /  26.03.2012
Ev nivîs de Rûdawê de hatiye weşandin

15.03.2012

Pirsgrâka Yekîtiya Kurdan

Hefteya borî li Amedê civînekê hevbeş, di navbera nûnerên cur be cur rêxistinên Kurdan û çend rewşenbîran de pêk hat. Dibe ku di demên borî de jî hin civînên bi vî rengî pêk hatibin, lê belê dema pêkanîna vê civînê xwedî wateyekê cuda ye.
Beriya ku heman civîn li Amedê pêk were ez hatibûm agahdar kirin. Lê belê min hêvî nedikir ku tevlêbûn wuqasa cur be cur be. Bi rastî min digot ku wê ev civîn jî weke parçeyekê xebatên Kongreya Civaka Demokratîk be. Lê piştî ku min belgeya encamê xwend û li navên kesên ku beşdarbûyî nêrî, di dilê min de hêviyên ji bo pêkanîna Yekîtiya Kurdên Bakur mezintir bûn. Lewre ez heman civînê weke destpêka pêvajoyekê nû dibînim.
Di derbarê heman civînê de, di çapemeniya tirk de rexneyên hin kesên kurd hatin weşandin. Di derbarê her karî de pir asayî ye ku rexne hebin û herwuha nerazîbûn jî. Di aliyekê de divê hemû rexne werin guhdar kirin, di aliyê din de jî pêwîst e armanca rexnedaran û kiryarên wan jî bên dîtin. Bi taybetî di nava me Kurdan de kesên ku tenê rexneyan dikin, lê belê bi emel zêde feydê nadin gelê me pir in. Lewre divê berpirsyarên ku xebatên neteweyî dikin di aliyekê de dilfireh bin û bizanibin rexneyan guhdar bikin, di aliyê din de jî bikaribin wate bidin rexneyan.
Di dîroka me Kurdan de birîna herî kûr pêknehatina yekîtiyê ye. Eger me yekîtî hebûya bê guman me yê îro tiştên pir cuda niqaş bikira. Mixabin, jiber cur be cur parçebûna di nava gelê me de em hê neçar in ku li ser mijarên wuha kevnar bisekinin.
Civîna hefteya borî pir girîng bû, divê dumahîka wê jî hebe. Di vî warî de berpirsyartiya herî mezin dikeve ser Kongreya Civaka Demokratîk (KCD an jî DTK). Bi vê gotinê ez naxwazim bêjim ‘divê KCD vî karî bimeşîne’. Eger KCD vî karî weke xebatekî xwe bibîne mixabin wê encama wî ji ên civînên dema borî cudatir nebe. Tişta ku ez dixwazim bêjim ev e ; pêwîst e KCD,  BDP û saziyên din ên nêzîkî wan bikaribin û bixwazin rê bidin derdorên derveyê wan. Ji bo ku kes nebêje ‘ev xebata KCD û BDPê ye, lewre nabe bingeha yekîtiya Kurdan’ pêwîst e soza rêxistin û rewşenbîrên ku heya naha xwe ji KCD û BDP dûr digirin derkeve pêş. Eger wusa nebe, mixabin wê carekê din hêviyên me vala derkevin.
Di xebata pêkanîna Yekîtiya Kurdên Bakur de rola hin şexsiyetan pir girîng e. Mînak ; kesên weke Ahmet Türk, Leyla Zana û Osman Baydemir dikarin rolekê girîng bigirin ser milên xwe. Lê belê ev nayê wateya ku li her deverê û di hemû karî de soza wan li pêş be. Rolên grîng dikarin bi pir cureyan pêk werin. Lewre min xwendina belgeya encamê ji aliyê xanim Leyla Zana ve nepejirand. Rewşenbîrekî serbixwe dikaribû heman belgeyê bixwenda.
Ji bo ku xebatên bi armanca pêkanîna Yekîtiya Kurdên Bakur bi serkeve divê ;
-saziyekî weke Konferansa Neteweyî ya Kurdên Bakur were tenzîm kirin.
-bi navê heman saziyê karê navxweyî were meşandin.
-bi navê heman saziyê li derveyê welat karekî dîplomatîk bê meşandin.
-ji bo van xebatan alîkariya aborî ya hemû rêxistinan bê girtin. (Divê barê aborî jî tenê li hêviya KCD û BDPê nemîne)
-piştî demekê, amadekariyên Kongreya Neteweyî ya Kurdên Bakur bê meşandin û Kongre bicive.
Ahmet DERE  /  12.03.2012

Ev nivîs de Rûdawê de hatiye weşandin

1.03.2012

Gelo wê zivistan derbas bibe ?

Zivistana îsal pir cuda bû. Di demekê ku me hêvî dikir ku wê bahar were de serma çê bû. Ew serma ya ku me îsal dît pir cuda bû. Çendî zarokatiya min li serhedê derbas bûbe û ez li Botan û Zagros jî mabim, min tu car sermayekê weke ya îsal nejî bû. Xirabiya hewuldorê ku ji aliyê pîşesaziyê ve çê bûyî bandorekê mezin dide ser hewayê û tesîra sermayê zêdetir dike. Di meha Sibatê de li Ewropayê me vê xezebê jiyan kir.
Di nava du hefteyên serma zivistanê de, tenê li parzemîna Ewropayê, nêzê 500 kesî jiyana xwe ji dest dan. Piraniya van kesan ji  welatên rojavayê Ewropayê bûn û di nava wan de bi giranî kesên îxtiyar bûn. Vê rewşê carekê din bi me da xuyan ku sîstemên kapîtalist li hemberî xezeba xwezahiyê neçar dibin. Herwuha baş hate dîtin ku rewşa sîstema sosyal ya cîhana kapîtalîst bersivê nade pêwîstiyên jiyanê.
Di warê siyasî û aborî de jî zivistana îsal sar û çetin bû. Bahara Ereban ku ji sala borî vir ve didome hê germahî çê ne kiriye. Di hemû welatên ku tê de « serhildanên gel » çê bûn de hê roj tine ne ku kuştin û birîndar çê ne bin. Hêzên ku ji van « serhildan »an re bingeh amade kirin û bûnin alîkar jî naha baş nizanin ku dê ew çi bikin. Bi taybetî dîplomasiya Amerîka û ya Yekîtiya Ewropayê di vî derbarî de serkeftî nebûye.
Di serma zivistanê de li Sûriyê tevliheviya rewşa siyasî û civakî xwe parast. Her ku diçe hejmara kuştiyan zêdetir dibe û qelîşa di navbera desthilatdariya Esad û civakê de mezintir dibe. Di qada navneteweyî de jî çembera li dora rejîma Esad teng dibe. Di van mehên pêş de dibe ku piraniya welatên endamê Neteweyên Yekbûyî bi rejîma Esad re têkîliyên dîplomatîk bibirin. Lewre ji vê demê bi şûn de, ne mumkun e ku rejîma Beşar Esad bikaribe li ser tevahiya Sûriyê de hukum bimeşîne. Zû an jî dereng wê li Sûriyê pêvajoyekê nû dest pê bike.
Rewşa Sûriyê ji nêz ve Tirkiyê eleqadar dike. Lewma piraniya dema xebatê ya wezîrê karê derve Ahmet Davutoğlu bi heman mijarê ve girêdayî dibore. Dewleta Tirk bi her awayî şiyar tev digere. Bê guman sedemekê wê jî hebûna Kurdan ya li Sûriyê ye.
Qasê ku ez dişopînim, di nava hêza muxalefeta Sûriyê de dengê Kurdan zêde dernakeve. Ez ditirsim ku di vî warî de xeletiyekê dîrokî were kirin. Çendî muxalefeta Sûriyê xwedî hêz û mentalîteyekê demokratîk nebe jî, divê baweriya Kurdan bi rejîma Esad jî tinebe.
Çendî meha Adarê destpêka baharê be jî, di her aliyêde serma zivistanê bandora xwe diparêze. Di vê demê de rewşa aboriya cîhanê jî di nava krîzekê de ye. Bi taybetî Yekîtiya Ewropayê bi heman krîzê re di nava şer de ye. Du hefteyên ku pir sar derbas bûn bandorekê mezin li ser karmendên piçûk jî çê kir. Di hemû welatên Ewropayê de piraniya millet nikare bersivê bide pêdiviyên jiyanê.
Çendî meha Sibatê derbas bibe jî hê bahar nehatiye. Dema ku ez li rewşa siyasî, aborî û herwuha ya xwezahiyê dinêrim neçar dibim ku bipirsim « Gelo wê zivistan derbas bibe ? »
Ahmet DERE  /  27.02.2012
Ev nivîs de Rûdawê de hatiye weşandin